Encamnameya Komxebata Aboriya Demokratik û Xwerêxistina Aborî

Em komxebata xwe diyari karkerên demsali ku ji welat û mala xwe bi hezaran kilometre dûr dikevin rê û di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane, kedkarên ku li cihê hatiye dine nikaribûn xwe têr bikin lewma neçar mane li metropolan bi nanozikê xebitîne, jinên ku bi hezran salan e ku keda wan tên xwarin, dayikan û yên ku ev fikra azadiyê afirandiye, dikin...

 

Me komxebata xwe ya aboriya demokratîk û xwe rêxistina abori, di rojên 4 û 5ê tîrmehê de li Amedê, bi sînerjiya pêvajoya aştî û civaka demokratîk, bi eleqe û beşdariyeke mezin li dar xist. Jinan, karkerên çandiniyê yên demsalî, cotkaran, esnafan, ciwanan, karkeran, akademîsyenan, nivîskaran, ekolojistan, rêvebirên xwecihî, yên ku bi bazirganî û senayîyê ve mijûldar di komxebata me de cihên xwe girtin û ji bo ku li Kurdistanê avakirina aboriya demokratîk û kominal çi ji bo sektoran, çi ji bo asta tevayî nêrîn, rexne û pêşniyazên xwe pêşkêş kirin.

 

Di komxebata me ya ku du rojan berdewam kir de, di roja yekemîn de, bi awayekî teorîk aboriya demokratîk û kominal, li ser bingehê modernîteya demokratîk, bi roniya ezmûnên dinyayê, bi berfirehî hat nîqaşkirin. Di roja duyemîn de, li atolyeyan, di serî de mijarên wek çandinî, esnaf, bazirganî, fînans, rêvebiriyên xwecihî  hwd. tê de, gelek mijarên din jî di nav de ji aliyê beşdaran ve bi eleqeyeke mezin hat nîqaşkirin û pêşniyazên şênber hatin kirin.

 

Komxebata me desnîşan kiriye, ku aboriya demokratîk û kominal ne tenê wek têgeheke îktîsadî û pereyî ye, di heman demê de ji bo ku di her warê jiyanê de, em bibin xwedî mafê gotinê, modeleke demokratîk e û ji bo ku em pêdiviyên xwe yên jiyanî bi dest bixin, bi hev re tevgerîn û zanîna wê wek peywirê daniye pêş me. Wekî din, ji bo ku aboriya demokratîk encax mirov moderniteya demokratîk bi pejirîne, di xwe de pêk bîne û ji keda hundirê malê dest pê bike, divê jin di her warê jiyanê û aborîyê pêwîst e bibe mafê axaftinê. Di vê mijarê de nêrîneke hevbeş derketiye holê.

 

Di serî de destnîşan kiriye ku di warê ekolojîk ku moderniteya kapîtalîst, her roj êrîşên xwe zêde dike û di encamê de rûxîneke ekolojîk derxistiye holê, kedxwariya li ser keda kedkaran zêde kiriye, di şûna ku pêwîstî û faydayê de, bi armanca kara zêde tevdigere, pêşî li binpêkirina her wayî rêgezên exlaqî vekiriye. Wekî din komxebatê destnîşan kiriye, ku berê bi behaneya şer û niha jî di bin nav û behaneyên cûda de talana xwezayî bi destê dewletê tê meşandin. Ji bo çaresekirina van pirsgirêkan tevan komxebatê destnîşan kiriye ku encax ramana moderniteya demokratîk mirov derbasî jiyanê bike gengaz e.

 

Bêgûman, li Kurdistanê bêkariya dewasa, xizaniya kûr, kedxwarî û talana xwezayê tenê bi komxebatekê nikare were çareserkirin. Işaretê bi pirsgirêkên mezin û sîstematîk dike. Li Kurdistanê ew qasî çavkaniyên zengîn hene, tevî vê jî ew qasî xizanî û tuneyî, tenê bi polîtikayên aboriyê nikara were îzahkirin. Di bingehê wê de mijokdarî û kedxwarî heye. Di encama komxebatê de derket holê ku divê li dijî van pirsgirêkan tevan têkoşîn were mezinkirin û xurtkirin. Di serî de rêvebiriyên xwecihî, bi hêza xwe, bi plan û çareseriyên şênber divê em tevbigerin. Ji bo ku koperatîfên rastîn werin sazkirin û sazîb3una xwe bidomînin, divê rêxisinî û kordineyeke mayîn de hebe.

 

 Wekî di pratîka Rojava  de dide xuyakirin, bêkarî, xizanî û kedxwarî ne qeder e. Ji bo vê komxebata me diyar kir ku divê planeke xebatê ya lezgîn were amadekirin. Ji bo vê jî, dê raporta berfireh di demeke nêzîk  de ji raya giştî re were eşkerekirin û pêşniyarên ku hatine dê werin tasnîfkirin. Ji bo ku plan û pêşniyarên şênber em ê têbikoşin û ragihînin saziyên eleqedar.

 

Di vê sîstema heyî de em di ferqa zor û zahmetiyan de ne. Encax li welatê nan muhtaciya nan em tu carî qebûl nakin. Ji bo ku bêkarî, xizaniyê, talan û kedxwariyê ji holê rakin, em ê têbikoşin. Em ê aboriya xwe, bi awayekî tevayî jiyana xwe li, ser bingehê kominal û deemokratîk, bi exlaqê tevkariyê ava bikin!

Çalakîyên Nêzîk