Bayindir: Em ê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bixemilînin

Hevserokê me yê Giştî Keskîn Bayindir daxuyaniya ku bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de li Qada Şêx Seîd a Amedê de hat dayîn de axivî.

Hevserokê me yê Giştî Keskîn Bayindir Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û got: “Kovara Hawarê bû mizgînî û cejna gelê Kurd. Em minetarên wan in. Kesên ku ji bo zimanê Kurdî ked dane bi bîr tînim. Me dixwest bi sedan û hezaran li Kurdistanê û Tirkiyeyê cejna zimanê xwe pîroz bikin. Komara Tirkiyeyê zimanê me hêj wek zimanê fermî qebûl nake. Ji destpêkirina kovarê heya roja îroyîn gelek genelge û bi fermana xwestin zimanê me tune bike. Ev dewlet û desthilatdar hêj jî bi bêbextî nêzî vî zimanî dibe. Em ê tekoşîna azadiya zimanê xwe berfireh û bilind bikin. Heta em statuya zimanê xwe bi dest nexin em dev ji têkoşînê bernadin. Em ê li her qadê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Keskîn Bayindir di berdewamiay axaftina xwe de wiha bang li dewletê kir: “Em bang dewletê dikin dev ji polîtîkaya pişaftin û înkarê berdin. Dibêjin TRT6 heye lê bajarê Agiriyê mufteyekî genelge da û dibejin hûn ê waaza Kurdî nekin. Ev berdewama bişaftinê ye û hêj jî dev jê bernedane. Ev zîhniyeta înkarê ye. Em vê siyasetê û vê qirêjbûnê qebûl nakin. Heke di navbera gelê Kurd û Tirkan de lihevhatinek hebe divê destpêkê zimanê me qebûl bikin. Siyaseta dewletê ya du peyvan Kurdî dike nabe qasîdê ziman berowajî vê ev siyaseta durîtiyê ye. Berpisyarêke dîrokî ji pêşiya gelê me heye. Helbet em ê têkoşîna ji bo statuyê berdewam bikin. Lê divê em her derê jî zimanê xwe pêş bixînin.”

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku divê gelê me her derê bike dibistan û wiha got: “Pêşxistina zimanê me ji bo me hemûyan berpisyariyeke. Ez îro dixwazim bi şanazî mizgîniyêkî parvebikim televizyona Nûçe TVê dest bi weşanê kir û her wiha KurdîFMê jî dest bi weşanê kir. Em vê yekê hezar caran pîroz dikin. Mala we hezar caran avabe ku hûn ji bo zimanê me xebatê dimeşînin. Em weke berpisyariyekî ji bo zimanê xwe tevbigerin. Meseleya ziman meseleya nasname û jiyanê ye. Çanda, stran, êş û elamê xwe bi Kurdî bikin. Em ê bi zimanê Kurdî Kurdistanê bixemilînin.”

15’ê Gulanê 2026

Çalakîyên Nêzîk