Avakirina Civaka Demokratîk Peywira Bingehîn a Siyaseta Demokratîk e

Partiya me di 3’ê Tebaxê de li Amedê civîna xwe ya Meclîsa Partiyê li dar xist. 
Di civînê de em li ser banga sedsalê ya ‘’Aştî û Civaka Demokratîk’’, di vê sedsalê de bi perspektîfa vê bangê rê û rêbazên avakirina civaka demokratîk û di vî warî de rol û peywira partiya me sekinîn. Me li ser van mijaran nirxandinên berfireh kir. 
Li gorî nirxandinên ku hatin kirin; Li Rojhilata Navîn, pergala netew-dewletan li ser berjewendiyên emperyal û polîtîkayên şer û pevçûnan pêvajoyeke nû destpêkiriye. Di vê pêvajoyê de, wekî ku di mînaka rewşa Îsraîl û Fîlîstînê de derket holê; helwesta stratejîk a ABD’ê, bi tifaqa Îsraîlê ve ji bo pêşeroja gelên Rojhilata Navîn rê li ber gefên nû vedike. Di vî warî de gelên herêmê, di bin hevsengiya êrîş û şerên hêzên statuko û mîlîtarîst de tên girtin. Li hember vê hevsengiyê, gelê Kurd bi rola xwe ya xweser û bi perspektîfa xwe bûye xwedî hêzeke mezin û bandor li hevsengiyên li ser Rojhilata Navîn dike. 
Tecrubeya demokratîk a ku li Rojava bi pêşengtiya Kurdan hat bidestxistin, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevî gelên herêmê di warê jiyaneke wekhev û azad de bingehe bi hêz ava kiriye. Xeta têkoşîna Hêzên Suriyeya Demokratîk a ku li ser vê esasê dimeşe, veguhestiye nasnameyeke nû ku bawerî, çand û nirxên gelan diparêze. Têkoşîna ku li ser vê xetê dimeşe û jiyaneke wekhev û azad esas digre, li hember çeteyên DAÎŞ’ê di qada kurewî de jî êdî bi erênî tê pêşwazîkirin û rewa tê dîtin. Li gel vê rastiyê, statuya Rojava hêj jî nehatiye naskirin. Ev yek jî rêyên çareseriyê asteng dike û di serî de li Sûriyê li herêmê siyaseta şer û qeyranan kûr dike. Qeyranên ku îro ji ber Hikumeta Derbasdar a Sûriyê dijî mînaka herî ber bi çav a vê rastiyê ye. Qeyranên ku tên jiyîn derdixe holê ku; feraseta ku ji şûna îradeya gel, rêveberiyeke navendî esas digre çawa tê asta îflasê. 
Em tev bi hevre di pêvajoyeke girîng de derbas dibin. Tespîta herî zelal a vê pêvaajoyê jî ew e ku; di vê pêvajoyê de ‘’siyaset valahiyan efû nake.’’ Gelê Kurd jî bi armanca di siyasetê de valahî nehêle, bi hêza xwe ya cewherî, li ser esasê rêxistinkirin, avakirina civaka demokratîk û modeleke ku çareseriyê pêş dixe, disekine. Bingeha vê modelê bi paradîgmaya Birêz Ocalan a civaka demokratîk ve hat avakirin û bi ristên wekî pêşengtiya jinê, hevsengiya ekolojîk û demokrasiya herêmî ve şênber bû. Paradîgmaya Birêz Ocalan di vî warî de ne tenê ji bo Kurdan modeleke çareseriyê ye, di heman deme de ji bo jiyaneke azad û wekhev a gelên Rojhilata Navîn bangeke dîrokî ye. 
 
Pêvajoya ku bi banga Birêz Ocalan ve destpêkir, bi şewitandina çekan ve derbasî qoneke nû bû. Bi vê gavê ji bo çareserî û aştiyê biryardarî û dilsoziyeke zelal hat aşkerekirin. Ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane îro civak xwedî îradeyeke mezin e. Ji ber vê yekê, lijneya ku li parlementoyê hat avakirin divê bi pirsgirêka Kurd ve hevrûbûnê pêk bîne û daxwazên gelan esas bigre. Ev yek di heman demê de ji bo siyasetê jî berpisyariyeke mezin e. Têkoşîna gelê Kurd, ne tenê li ser esasên mafan e, di heman demê ji bo avakirina siyaseta demokratîk e hewldanek e. Di vê çarçoveyê de divê siyaseta Kurd li ser esasên paradîgmaya nû xwe bi rêxistin bike, bêhtir bi gel re bikeve têkiliyê û rola xwe ya pêşeng bilîze. Di vê armancê de yek ji ristên bingehîn jî perwerde ye. Di diyarkirina qederê de ango di avakirina pêşerojê de zanistiya siyasî wek çavkaniya hêza afirandinê ye. Ji ber vê yekê jî, divê xebatên perwerdeyê di her astê de pêş bikevin da ku di xwerêxistinkirin û têkiliyên bi gel de roleke stratejîk bê lîstin. 
Di çarçoveya van nirxandinan de; gelê Kurd bi perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk ve, di avakirina nû ya Rojhilata Navîn de roleke pêşeng dilîze. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo pêşeroja tevî gelên herêmê mifteya çareseriyê ye. Di vî warî de berpirsyariyeke dîrokî li pêşeya me. Ev berpirsyarî jî encax bi xwerêxistinkirin û bi hêzkirina siyaseta demokratîk ve mumkun e. 
 
                                                                          Partiya Herêmên Demokratîk
Çalakîyên Nêzîk