Her hewldaneke ku dixwaze Kurdan careke din bikişîne nav şerê xwînrij, ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo hemû herêmê jî pir bi xeternak e

Em Sîpan Hiznî, ku girêdayî Lîwaya Hesekê bû, hat revandin û bi awayekî hovane hat kuştin, herwiha mirinên li Girtîgeha Kobanê û destwerdanên li dijî xwenîşandanên li bajarên Rojava pêk hatine, bi tundî şermezar û lanet dikin. Di şexsê Sîpan Hiznî de, em bejna xwe li ber cangoriyên ku jiyana xwe ji dest dane ditewînin; ji malbat û hemû gelê xwe re jî sersaxiyê dixwazin.

Ne tesaduf e ku ev bûyer dema ku li Sûriyê, ji bo cara yekem, gavên destpêkê yên cihgirtina Kurdan di nav avahiya qanûnî û siyasî ya dewletê de têne avakirin de pêkhat. Berevajî vê, eşkere ye ku li vir arastekeke tarî heye. Em vê wekî hewldanekê dibînin ku Kurdan careke din bikişînin nav qada şerê, pêvajoya entegrasyona demokratîk têk bibin û çareseriya pirsgirêka Kurd careke din di nav zemîna pevçûn û tundiyê de bihêlin.
 
Paradîgmaya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, çareseriya pirsgirêka Kurd ne di şerê de, lê di siyaseta demokratîk, dîplomasî, hiqûq û jiyana hevpar a gelan de digere û veguherînek dîrokî derdixe holê. Ev nêzîkatî ku Kurdan ji qada şer ber bi dîplomasî, statû, hiqûq û siyaseta demokratîk ve dibe, ne tenê ji bo Tirkiyeyê, di heman demê de ji bo Sûriyê û ji bo hemû herêmê, deriyê serdemeke nû vedike. Tiştên ku îro li Rojava tên jiyîn, tam jî hewldaneke komplogerî ya li dijî vê veguherînê ye.
 
Li her devera ku îhtîmala Kurdan a avakirina pêşeroja xwe li ser zemînekê ku ne şer, lê siyaset û hiqûq diyar dikin, xurt dibe; tê dîtin ku hêzên derveyî norman ên ku dixwazin vê pêvajoyê têk bibin, destwerdanê dikin. Li vir armanc tenê kesek an herêmek nîne. Armanc, îradeya çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk e. Armanc, ew e ku Kurdan di pêşeroja Sûriyê de wekî aktorekî wekhev û avaker cih bigirin. Armanc, zemîna siyasî ya nû ye ku dikare jiyana hevpar a gelan û entegrasyona demokratîk pêkan bike.
 
Her hewldaneke ku dixwaze Kurdan careke din bikişîne nav şerê xwînrij, ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo pêşeroja Sûriyê û hemû herêmê jî, pir bi rîsk û xeternak e. Ne mimkûn e ku Sûriyeya ku dixwazin bi şer û pevçûnê ji nû ve bê dîzaynkirin, ji gelan re azadî, ewlehî û pêşerojeke demokratîk pêşkêş bike. Li Sûriyê, misogerkirina mafên Kurdan bi awayên qanûnî û hiqûqî, beşdarbûna hemû gel û baweriyan di avakirina Sûriyeya nû de li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, û çareserkirina pirsgirêkên heyî bi rêya siyaseta demokratîk, şertên bingehîn ên aştiya herêmî ne.
 
Em dixwazin ku di serî de qetilkirina Sîpan Hiznî û hemû bûyerên ku qewimîne, bi awayekî zelal bêne lêkolînkirin, sûcdar bêne tespîtkirin û li ber hiqûqê hesab bidin; hemû hewldanên çekdar û provokatîf ên ku ewlehiya gelan tehdît dikin, bidawî bibin. Em diyar dikin ku ji bo hikûmeta Şamê û hemû hêzên li herêmê jî girîng û jiyanî ye ku bi heman hesasiyetê nêzî vê bûyerê bibin û ji bo ku sûcdar di demeke herî nêzîk de bên girtin û ceza kirin, bixebitin.
 
 
Çalakîyên Nêzîk