Di şexsê Rojhilata Navîn de di vê sedsalê de di hevsengiya hêzên kurewî de guherînin dîrokî pêk tên. Di pêvajoyeke bi vî rengî de pêkhatina Yekitiya Netewî ya Kurd, di warê hebûn û têkoşîna mafên Kurdan de xwedî cihekî dîrokî ye. Gelê Kurd ê ku di her kêliyên dîrokî de rastî polîtîkayên înkarê hatine, îro di warê avakirina pêşeroj û parastina destkeftiyên xwe de derfetên dîrokî dijîn. Geşedanên ku îro li Rojhilata Navîn pêk tên, nîşan dide ku; divê gelê Kurd çima yekitiya xwe ava bike û hêzên xwe bi awayekî hevpar mezin bike.
Li ser esasên Yekitiya Netwî, pêkhatina yekiniya Kurdan li hember gefên ku destkeftiyên netewî hedef digrin, pêdiviyeke dîrokî ye. Ji ber vê yekê, di navbera Kurdan de yekitî, di navbera hêz û siyaseta Kurdan de avakirina tifaqan û pêşxistina têkiliyan hem ji bo armancên hevpar û hem jî ji bo diyarkirina stratejiyeke netewî wê derî ji derfetan veke.
Di vê çarçoveyê de em wek Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hevdîtina ku duh li Herêma Rêveberiya Federe ya Kurdistanê di navbera hêzên Kurd de pêk hat, gelek girîng û qedirbilind dibînin. Di vî warî de hêviya me ew e ku; li ser esasên Yekitiya Netewî hêzên Kurd di navbera xwe de pêwendiyên erênî ava bikin û van pêwendiyan bi pêş bixin.
Gelê Kurd sed sal in bê statu hatiye hiştin. Ji bo ev rewş xwe dubera neke û dîrok car din şahida têkçûyîna Kurdan neke, divê yekitiya gele Kurd, tifaq û hevkariya gelê Kurd bi her awayî li ser esasên nirxên netewî pêş bikevin. Ev yek wê hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelên herêmê deriyên jiyaneke azad, demokratîk û aştiyeke bi rûmet veke.
Yekitiya ku wê di navbera gelê Kurd de pêk were, ne tenê di warê yekiniya hêzan de, wê di warê dîrok, çand û pêşerojeke hevpar de jî jiyaneke nû ava bike. Ji ber vê yekê jî avakirina Yekitiya Netewî ya Kurd li gel qada siyasî di warê çand û civakî de jî berpirsyariyeke dîrok ye. Parastina destkeftiyên gelê Kurd, ne bi perçebûn û têkçûyînê, wê bi yekitî û aştiya di navbera gelê Kurd de pêk bê.
Tifaqa di navbera hêzên Kurd de, wê hem ji bo îro û hem jî ji bo avakirina pêşeroja Kurdan bibe gaveke bingehîn. Bi vê mabestê ji bo li Kurdistan û Rojhilata Navîn jiyanake azad, wekhev û demokratîk ava bibe wek DBP em ê bi ruhê Yekitiya Netewî bangawazî û hewldanên xwe bidomînin.