Şandeyeke ji Bakurê Kurdistanê ku ji Hevserokê me yê Giştî Keskîn Bayindir, parlementerên DEM Partiyê pêk tê, duh hate Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Endamên şandeyê îro li bajarê Qamişloyê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Şande ji aliyê hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û endamên daîreyê Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî ve hat pêşwazîkirin û hevdîtin pêk hat.
Di hevdîtinê de Keskîn Bayindir bi navê şandeyê axivî. Bayindir diyar kir ku ew bi serdana bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêfxweş in û got: "Em silavên gelê xwe ji we re dişînin."
Bayindir bal kişand ser girîngiya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku dê sibe li Qamişloyê were lidarxistin û da zanîn ku konferans dê bûyereke dîrokî be û ew ê kêfxweş bibin ku beşdar bibin. Her wiha hêvî kir ku konferans bibe bingeha yekitiya neteweyî ya Kurdistanê.
Bayindir destnîşan kir ku şandeya wan ji nêz ve bûyerên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin dişopîne û pesnê xebata dîplomatîk a Rêveberiya Xweser da.
Bayindir anî ziman ku gelê Kurd eleqeyeke mezin dide bûyerên li Rojava rû didin û bi Rêveberiya Xweser bawer e. Her wiha got gelê Kurd û kurdistanî geşedanan gav bi gav dişopîne û ev jî hêviyeke mezin dide wan.
Keskîn Bayindir bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û da zanîn ku bandora vê bangê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezin e.
Îlham Ehmed jî bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî û got Rêveberiya Xweser ji bo xizmeta gel amade ye her tiştî pêşkêş bike.