Li Îzmîr û Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd, israra di şer de ye

Xizmên girtiyan çalakiya “Deng bide azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd dane destpêkirin, li Mêrsîn û Îzmîrê domandin.

Çalakiya “Deng bide azadiyê” ku xizmên girtiyan di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” dane destpêkirin,  li Mêrsîn û Îzmîrê hate domandin.

Çalakiya li Mêrsînê li pêşiya Girtîgeha Kampusê ya Tarsusê hate lidarxistin. Endam û rêveberên DEM Partiyê yên Mêrsîn û navçeyê wê, Dayikên Aştiyê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan û gelek xizmên girtiyan tev li bûn. Di çalakiyê de çalakvanan pêşmalkê “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

BANGA GUFTÛGO Û MUZAKEREYAN KIRIN

Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Reşat Aşan di çalakiyê de xwest ku tecrîda girankirî û rewşa agahînegirtina mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin. Aşan, got ku israra di tecrîdê de tê wateya israra di şer de û wiha pê de çû: “Em li vir bangî îktîdarê dikin; dawî li tecrîda ser birêz Abdullah Ocalan bînin û bingehê ava bikin ku rola xwe ya di aştiyê de bilîze. Li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn şer her ku diçe dijwartir dibe. Sedema şer jî ew e ku îktîdar aştiyê naxin rojeva xwe û nahêlin hewldanên muxatabiyê pêş bikevin. Yên di şer de israr dikin, xerabiyê li vî welatî dikin. Divê ev şer bê bidawîkirin û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Bila guftûgo û muzakere bên pêşxistin. Heke pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê çareser nebe, dê aştî neyê deverên din ên Rojhilata Navîn jî. Em kesên di polîtîkaya şer de israr dikin şermezar dikin. Çareseriya pirsgirêka kurd, guftûgo û muzakere ne.”

‘DAXWAZA ME ZELAL E’

Parlamenter Alî Bozan jî ev tişt anî ziman: “Em li pêşiya Girtîgeha Tarsusê bang dikin û dipirsin; daxwaza me zelal e. Em dibêjin; bila li Girtîgeha Girava Îmraliyê qanûn bikeve meriyetê, hiqûq bikeve meriyetê. Ka li vê Girtîgeha Tarsusê çi hiqûq di meriyetê de be, bila heman hiqûq li Girava Îmraliyê jî bikeve meriyetê. Em ji îktîdara AKP-MHP’ê dipirsin; ma Girtîgeha Îmraliyê ne xaka Komara Tirkiyeyê ye? Gelo we firotiye DYA, Rûsya û hwd. haya me jê tune ye? Em dizanin ku li Girava Îmraliyê hiqûq tune ye. Heta ku li Girava Îmraliyê hiqûq dikeve meriyetê, heta tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan tê rakirin û pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk tê çareserkirin dê têkoşîna me bidome. Dema aştî û aramî hate vê xakê dê îktîdar jî bi dawî bibe. Lewma di şer û tecrîdê de israr dikin. Em dibêjin ku dê hem tecrîdê bi dawî bikin hem jî dê aştî û aramiyê bînin vî welatî û dawî li îktîdara AKP-MHP’ê bînin.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.

Çalakîyên Nêzîk