Bayindir: Kurd dê bigihîjin armanca xwe

Hevserokê me yê Giştî Keskîn Bayindir di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava axivî û diyar kir ku li ser esasê vê konferansê Kurd dê li ser axa xwe ya dîrokî bigihîjin armanc û mafên xwe.

“Em hewl didin ku banga birêz Abdullah Ocalan bigihînin hemû cîhanê. Me heta niha bi hemû partî û hêzên Kurdistanî re gelek hevdîtin pêk anîn û bi rêya şandeya Îmraliyê me karî peyam û helwestên hêz û aliyên Kurdistanî ji birêz Abdullah Ocalan re ragihînin. Bingeha banga Rêbertî azadî û aştî ye, beriya wê jî divê em ji bo yekitiya Kurdan bixebitin. Wê ev konferans pêşngiya yekrêzî û yekitiya giştî û hezkirina Kurdan a navxweyî bike. Li ser esasê vê konferansê Kurd dê li ser axa xwe ya dîrokî bigihêjin armanc û mafên xwe.

Çalakîyên Nêzîk