Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî’yê ku bi du caran bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîti kir, li paytexta Herêma Federe ya Kurdistanê bi Serokê Herêma Federe Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Hevserokê me yê Giştî Keskîn Bayindir, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç jî di hevdîtinan de cih digirin.
Li ser navê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, Hevserokê me yê giştî Keskîn Bayindir axivî:
“Ev du roj in em li Hewlêrê ne. Me duh bi Serok Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Hevdîtina me ya ji bo gelê Kurd hêvî û bendewariyeke mezin çêkirî saetek û 45 deqeyan domiya. Di hevdîtinê de em bi dilekî zelal û li ser bingeha xwişk-biratiyê sihbet kir. Şandeya me silavên birêz Ocalan û peyamên têkildarî çareseriyê bi Serok Mesûd Barzanî re ragihand. Me li ser nîqaş kirin. Îro jî me bi Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Di heman mijarê de me silavên birêz Ocalan û peyamên ji bo pêşxistina pêvajoya çareseriyê parve kir. Birêz Ocalan girîngiyeke mezin dide nêrînên Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî.
Di hevdîtinan de em li ser pêşeroja Kurdan axivîn. Dê ji bo gelê Kurd çareserî û aştî çawa pêş bikeve, rol û berpirsyartiyên aktorên Kurd ên di pêvajoyê de divê çiğ bin, em li ser van axivîn. Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, li bendê ne ku pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk û bingeheke hiqûqî were çareserkirin. Çareseriya demokratîk a li Tirkiyeyê dê bandoreke erênî li bakur, başûr û her çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike. Pirsgirêka Kurd veguherî pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî. Tevahiya hêzên cîhanê, hêzên herêmî li ser çareseriya pirsgirêka Kurd diaxivin. Yên ku dê rola herî mezin bilîzin jî aktorên Kurd in. Lewma jî birêz Ocalan ji bo pêşxistina çareseriyê înîsiyatîfeke mezin li xwe girt û ji bo pirsgirêka Kurd ji zemîna tundî û pevçûnan derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bibe, ji bo mafên gelê Kurd bên naskirin, di nava hewldanan de ye. Ev nexşerê, dê alozî û krîza li Rojhilata Navîn jî çareser bike.
Birêz Mesûd Barzanî ji bo çareseriya tevahiya van pirsgirêkan got ku dê piştgiriyeke mezin bide. Got ku dê piştgiriyê bide pêvajoyê. Em gelek keyfxweş in. Em dikarin vê bi gelê xwe re parve bikin; ev du roj in em li Hewlêrê ne, me du hevdîtinên girîng pêk anîn û her du hevdîtin jî gelek baş derbas bûn. Encamên van hevdîtinan ne tenê ji bo pêşeroja gelê Kurd, dê ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn girîng bin. Ji bo tevahiya krîzan bi rêyên demokratîk û li ser zemîna hiqûqê bên çareserkirin, dê rêveker be. Hêviya gelê me ya ji vê pêvajoyê ew e ku çareseriyeke li ser bingeha azadî, aştî û wekheviyê çêbibe. Aktorên Kurd, tevahiya sazî û dezgehên Kurdan li ser bingeheke neteweyî nêzî vê meseleyê dibin. Piştgiriya xwe radigihînin. Şandeya me serdanên xwe yên li Hewlêrê temam dike û dê ji vir derbasî Silêmaniyeyê bibe. Em ê bi Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Qubat Talabanî re hevdîtinê bikin. Şandeya me dema vegeriya Tirkiyeyê, dê têkildarî hevdîtinan daxuyaniyeke nivîskî bide. Weke gotina dawî, dikarim ji gelê me re bibêjim ku şandeya me ji hevdîtina bi Serok Mesûd Barzanî û Serok Nêçîrvan Barzanî gelek bihêvî ye û dixwazim weke mizgîniyekê bi gelê me re parve bikim.”