Meclîsa Jinan ya partiya me k udi 17’ê Çileya 2026’an de civiya, di çarçoveya tecrubeya dîrokî ya têkoşîna jina azad de geşedanên dawî yên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn pêk tên, her wiha lêgerîna gelan a aştî û civaka demokratîk bi berfirehî nirxand. Di vê pêvajoya dîrokî de, qeyranên piralî yên pergala kapîtalîst ku bandorên giran li ser nasnameya jinan dike, bi şer, xizantî, koçberî û tundiyên xwe ve rê li ber encamên giran vekirin.
Paradîgmaya civaka azad a Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê û ji bo Rojhilata Navîn pêşerojeke azad bidest bixe, tekane rêya çareseriyê ye. Civaka demokratîk, ji şûna pêwendiyên navend-dewletî yên desthilatdaran, azadiya jinê esas digre, jiyaneke komunal û parmendî diparêze. Ev pêvajo, bêyî xwerêxistinkirina cewherî ya jinan û bêyî pêşengtiya jinan pêş nakeve. Ji bo jinan civaka demokratîk, armanceke soyût nîne; li her qadên jiyanê têkoşîneke somut a avakirina jiyaneke nû ye.
Çalakiyên ku li Îran û Rojhilata Navîn bi pêşengtiya jinan pêk tên, car din nîşan dide ku felsefeya ‘’Jin Jiyan Azadî’’ çawa li qada gerdûnî veguhestiye banga azadiyê. Li gel tundiya dewletê, îdam û pêkutiyên giran jin û ciwan bi berxwedana xwe li dijî feraseta serdest a zilam û li dijî rejîma teokratik îtîraza xwe tînin ziman. Ev têkoşîn ji sînoran derbas dibe û pêl bi pêl piştevaniya jinan û feraseta azadiyê pêş dixe.
Modela wekhev û azad a ku li Rojava bi pêşengtiya jinan hat avakirin, îro ji aliye rêveberiya Şara û çeteyên girêdayî wan ve bi aweyekî sîstematîk hedef tê girtin. Êrîşên ku li dijî laşê jinan pêk tên, wek şerekî bîrdozî tasfiyekirina destkeftiyên jinan hedef digre. Li gel Rojava bi van êrîşan li dijî paradîgmaya jina aza gef tên xwarin. Parastina şoreşa jinê ya Rojava, berpirsyariya hevpar a tevhiya jinan e.
Geşedanên ku îro diqewimin nîşan didin ku, li dijî êrîşên ku bi destê pêkhateyên kastîk ên ku li tevî erdnîgariyan jinan bi rêk û pêk hedef digrin, wan qetil dikin-wenda dikin, pêwistî bi têkoşîneke hevpar a mezin heye. Meclîsa Me ya Jinan, di avakirina civaka demokratîk de car din bal dikşîne li ser rola pêşeng a jinan. Ji komunan heya meclîsan, ji kargehan heya akademiyên jinan li tevî qadan mezinkirina hêza jinan wê bibe dînamîka bingehîn a veguhestina civakî. Têkoşîna li dijî pergala serdest a zilam, ne tenê xeta prastinê ye, di heman demê de hêza avakirina jiyana nû, veguhestina civakî ye.
Wek Meclîsa Jinan, em parastina perspektîfa azadî, aştî û civaka demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, parastina destkeftiyên jinan û avakirina pêşeroja hevpar a gelan wek roleke pêşeng û wek peywireke dîrokî ya jinan dibînin. Jinên ku kirdeya damezrîner a civaka demokratîk dikin, hem barkêşiya vê pêvajoyê dikin û hem jî temînata pêvajoyê ne. Têkoşîna me wê bi armanca jina azad, civaka azad û jiyana wekhev ve bi biryardarî bideme.
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk



