Encamnameya Kargehên Birdozîya Rizgarîya Jinê ya ku bi şîara “Bi Jina Azad Ber Bi Civaka Azad Ve” hat lidarxistin

Em wek jin bi hezaran sal in ji alîyê pergala serdestîya mêran ve ya ku ji hêla hişmendîya dewletparêz-otorîter ve hatiye afirandin, hatine kolekirin. Ev yek ji rastîyeke dîrokî ye. Di vê pergalê de, şeklên desthilatdarîyê xwe bi rêya laş, ked û keda jinan ava kirine. Ji ber vê yekî jî azadîya jinan ne tenê tê wateya azadîya wan, di heman demê de tê wateya azadîya hemû civakê. Lêbelê, modernîteya kapîtalîst bi pergala xwe jinan azad nake, bi têgihîştinên şaş û sexte yên “azadîyê” laşê jinan dike meta û bi raya pergala ku avakiriyê re hebûna jinê bi her awayî îstismar dike.

 

Her çi qas têkoşîna li hemberî pergala serdest a mêran bênavber berdewam kiribe jî, li gel vê, nerêxistinbûyîna têkoşînê, necivakîbûyîna çalakîyan, neserwextbûyîna têkoşîna cinsî, takekesîbûyîna lêgerîna azadîyê û belî tiştî herî girîng ew e ku pergal polîtîkayên xwedomandinê meşand û ji ber vê yekî jî lêgerîna azadîyeke bihêz nehat afirandin.

 

Di nîv sedsala dawî de, bi saya Birdozîya Rizgariya Jinan a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat pêşxistin, tevgera jinên Kurd li dijî zincîrên dîrokî yên koletiyê xetek berxwedanê ya bêhempa ava kiriye. Ev îdeolojî ne tenê bernameyek rizgariya zayendî li dijî pergala serdest a mêran e, lê di heman demê de paradîgmayek rizgariya civakî ye ku îdîa dike ku tevahiya civakê biguherîne. Bi perspektîfa "Jin Azad Nebe, Civak Jî Azad Nabe", jin bûne aktorên ku ne tenê têdikoşin, lê di heman demê de birdozîyê ava dikin, bi rê ve dibin û civakî dikin. Sara, Berîtan, Zîlan, Sema û gelek nirxên me di pêvajoya ber bi ragihandina Birdozîya Rizgariya Jinan ve çû de, gelek bedelên giran dan.

 

Birdozîya Rizgariya Jinan, ku di 8’ê Adara 1998’an de hat ragihandin, ne tenê birdozîyek zayendî ye, di heman demê de birdozîyek civakî ye. Ev birdozî, birdozîyeke ku hemû civakê eleqeder dike û di hindirê xwe de çareserîya hemû pirsgirêkan dihewîne, ye. Ji ber vê yekê jî, ew perspektîfeke bihêz a rexne û nirxandina pergalê; têkoşîneke radîkal a li dijî pergalê pêşkeş dike.

 

Birdozîya rizgarîya jinan a ku ji prensîbên Welatparêzî, Îrade û Ramana Azad, Rêxistinîbûn, Têkoşîn û Etîk-Estetîkê pêk tê, di têkoşîna azadîya jinan de qonaxeke nû temsîl dike û bi qasî 27 sal in dema ku em têdikoşîn rêya me ronî dike, rê û rêbaz nîşanî me dide.

 

Bi armanca gihîştina hemû jinan û civakîbûyîna vê birdozîyê, wek Meclîsa Jinan a DBP’ê, me bi şîara “Bi Jina Azad, Ber Bi Civaka Azad Ve” di Gulana 2025’an de starta kargehên xwe da û li Edene, Semsûr, Agirî, Amed, Enqere, Dîlok, Aydin, Êlih, Çewlig, Bursa, Erzirom, Colemêrg, Îdir, Stenbol, Îzmîr, Kocaelî, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûş, Riha, Sêrt, Şirnex, Dêrsim, Wan û Yalovayê bi tevahî li 25 bajar, 130 hev kargeh û bi 3055 jin re hevdîtin li dar xistin.

 

Me li herêmên ku xebatên xwe meşand de, xebatên xwe bi zimanê xwe yê zikmakî bi zaraveyên Kurmancî û Zazakî kir. Ji ber ku em dizanin ku jiyana bi zimanê zikmakî hemû prensîbên bîrdoziya rizgariya jinan dihewîne.

 

Me kargehên xwe carinan li gundek, carinan li taxek, carinan li kolanek, carinan li malek li dar dixist. Li zozanan em bi bêrîvanên ku girîngîya jiyana di nav xwezayê de bibîramexistin re hatin gel hev. Em li zêvîyan bi jinên cotkar re hatin cem hev û me careke din şahîdîya hilberîna xwezayî di zevîyan de bi destên jinan pêkan e. Em li karxaneyan bi jinên ku hewl didin li bajaran di bin bandora kapîtalîzmê de bixebitin û bijîn re nîqaş kir. Her hevdîtin ji bo gelek xwedî wate û girîng bû.

 

Di çarçoveya birdozîya rizgariya jinan de, me prensîbên bingehîn ên birdozîyê bi jinên ku me nas kirin re nîqaş kir, ceribandinên xwe parve kirin û derî li ber avakirina hişmendiyek hevpar vekir.

 

Komxebatan me alîkariya jinan kir ku bi rastîyên jîyana xwe re rû bi rû bimînin, ji hev hêzê bigirin û hişmendîya azadîya jinan civakî bikin. Mezinbûna îradeya hevpar a jinan ji bo jiyana bi van ceribandinan careke din nîşan da ku meşa ber bi civakek azad bi jinên azad ve gengaz e.

 

Hin ji xalên girîng ên di nirxandinên ku ji hêla jinan ve di atolyeyên me de hatine kirin de dikarin wiha werin rêzkirin:

 

Jinên ciwan û dayikên ciwan bi berfirehî beşdar bûn.

 

Jinan gelek caran pêwîstiya kombûn û civînan û hêza mezin a ku ew ji van civînan digirin, dîyar kirin.

 

Pêdiviya kombûnan di xwesteka jinan a axaftinê de diyar e, ku di destpêkê de di komxebatan de ji axaftinê dûr bûn, lê her ku nîqaş pêşve çûn, wan dest bi dayîna mînakan ji jiyana xwe kirin.

 

Wekî din, di dawiya nîqaşan de, gelek caran hevokên wekî "Hûn heta niha li ku bûn? Xwezî me van tiştan zûtir bizanibûya," hatin gotin, û hate pêşniyar kirin ku ev xebat heta ku her jinek bigihîje wan berdewam bike.

 

Piştî ravekirina bîrdozîya rizgarîya jinan a li ser bingeha pênc prensîban, hate dîtin ku jinan bi piranî komxebatan bi awayek ji xwe bawer bi dawî kirin.

 

Di seranserê komxebatan de, jinan bi gelemperî bi mînakên di derbarê jiyana xwe de tevlî axaftinan bûn. Mînakên ku hat dayîn hevparîya ceribandinên jinan eşkere kirin.

 

Di nirxandinan de ji jinên temenên cûda cûdahîyên nifşî derket holê. Her çiqas jinên temenmezin kevneşoptir bûn û meyla wan a parastina malbatê ya heyî hebû jî, hat dîtin ku jinên ciwan bêtir pergalê pirsyarî dikin û nirxandinan dikin. Lêbelê, her ku nîqaş pêşve çûn, nêzîkatiyên kevneşopîtir bêtir gumanbar bûn.

 

Diyar bû ku tubûna azadîya aborî, bi taybetî, koletiyê kûrtir dike û ji bo beşdarbûna di warên din ên jiyanê de astengîyeke mezin derdixe holê.

 

Li cihên ku beşdarbûna di hêza kar de gengaz e, hat ragihandin ku ew bi mobbîng, îstismara di derbarê heq de, şert û mercên xebatê yên dijwar (mînakî, jinên ku li zeviyan dixebitin carinan nikarin avê werbigirin) û tacîzê re rû bi rû dimînin.

 

Hat ragihandin ku jinên ku dikarin beşdarî jîyana giştî û civakî bibin, pirî caran ji ber nêzîkatiyên zayendperest bi bêrêzî û înkarkirina kedê re rû bi rû dimînin.

 

Rewşa şerê taybet, ku bi rêbazên wekî madeyên hişbir, fihûş û sîxuriya bi zorê ve tê pêşve xistin, zêde bûye.

 

Serdestîya mêran di jiyana jinan de bi giranî tê hîskirin, û hestek bêhêvîtiyê li dora têkoşîna li dijî rolên zayendî derketiye holê. Fikra ku derketina ji malê jî wekî azadî tê hesibandin eşkere bûye, û hewcedariya girîng a bilindkirina hişmendîya zayendî û têkoşîna zayendî hatîye nas kirin.

 

Herwiha, dema komxebatan, piştî banga ji bo “Aştî û Civaka Demokratîk”, bûye sedem ku jin pir caran meraq û fikarên xwe yên li ser ka pêvajo dê çawa biçe pêş, gelo aştî dikare were bidestxistin, û gelek pirsên li ser pêvajoyê bipirsin. Me eleqeyek girîng bi pîvana komunal re dît, û nîqaşên kûr li ser “ka meriv çawa wê bicîh bîne” meşand.

 

Di komxebatên me de, me dît ku jin bi jiyana xwe re rû bi rû man, hatin teşwîqkirin ku jiyana xwe ji nû ve şîrove bikin, û carinan, mîna terapiyê, ew berê xwe dan ser dîyarokên pirsgirêkên jîyana sîyasî yên wekî tundî, rastiyên îstismarkirinê û heyalên azadîyê, ku wan berê ji xwe re jî negotibûn. Me dît ku divê kargeh û civînên bi vî rengî, bi gihîştina bêtir jinan werin lidarxistin.

 

Me di gotin û îfadeyên jinan de, fikarên di derbarê rewşên Rojîn Kabaiş û Narîn de, bi zelalî dît ku ew ji pêşeroja zarokên xwe ditirsin û xwe nerehet hîs dikin.

 

Di nîqaşên li ser bingeha prensîbên rizgariya jinan de, li hin deveran perspektîfek siyasîtir hat dîtin, lê li hin deverên din, eşkere bû ku asta hişmendîyê, li ser bingeha welatparêzî û prensîbên etîk-estetîkî, li ser bingehek rast pêşketiye lê qels maye. Herwiha, ji ber nirxandineke xelet û şaş a mijara azadîyê, bêdilîya axaftinê bi awayekî zelal diyar bû.

 

Di nîqaşên li ser prensîba welatparêziyê de, jinan diyar kirin ku windakirina welatê xwe tê wateya dûrketina ji kok, xwe û nasnameya xwe, û parastina welatê xwe tê wateya parastina xwe ya rastîn.

 

Bêyî ku temen çi be, di bin sernavê prensîba îradeya azad û ramana azad de, hat dîtin ku pirsgirêka sereke ya ku jinan pir caran anîn ziman ev bû ku perspektîfa serdestîya mêran herî zêde êrîşî ramana azad û îradeya azad a jinan dike.

 

Di nîqaşên li ser prensîbên têkoşîn û rêxistinê de, eleqeya jinan bi komunan û nirxandina wan a ku avakirina jiyaneke azad û wekhev ji bo jinan tenê bi avakirina komunan û civînan pêkan e, derket pêş.

 

Jinan her wiha pirî caran pêşniyar kirin ku têkoşîna bê rêxistin, an rêxistin bêyî têkoşîn, dê serkeftî nabe.

 

Prensîba etîk û estetîkê di serî de bi perspektîfa estetîk a modernîteya kapîtalîst hate destnîşankirin. Lêbelê, bi nîqaşên bêtir, eşkere bû ku têgihîştina xelet di perspektîfa me ya estetîk de jî êrîşek ji hêla pergalê ve ye, û vegera xwezayî û eslê me dê bersiva herî watedar be.

 

Nirxandin û Encam

 

Van komxebatan eşkere kir ku têkoşîna azadîya jinên Kurd, bi paradîgma û îdeolojîyên ku wan pêşxistine, di sîstema koletîyê de valahîyek vekirîye û jin êdî gihîştine astek bêveger a bûyîna mijarên jiyana xwe.

 

Gotinên jinan, "Xwezî me zûtir hevdu dîtiba", "Me ji vê hêz girt", û "Bila ev xebat li her derê berdewam bike", îfadeyên herî zelal ên vê yekê ne.

 

Ji ber vê yekê, wekî Meclîsa Jinan a DBP, em erkê xwe dibînin ku têkoşîna xwe ya li dijî pergala serdest a mêran bêtir xurt bikin û Birdozîya Rizgarîya Jinan bigihînin her jinê.

 

Bi bawerîya me ku paradîgmaya civaka demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCALAN ve hat pêşxistin dê di bin pêşengîya jinan de zindî bibe, em biryardarîya xwe ya avakirina civakeke azad bi jinên rêxistinkirî dubare dikin.

 

Têkoşîna me dê bi ronahîya Birdozîya Rizgariya Jinan dê berfirehtir bibe.

 

“Bi Jina Azad. Ber Bi Civaka Azad Ve…”

 

Meclîsa Jinan a Partîya Herêmên Demokratîk

 

Çalakîyên Nêzîk