Peyama Birêz Abdullah Ocalan a di der barê wefatkirina Salih Muslim de: Dema ku Heval Salih Muslîm koça vê dinyayê dike
"Dema ku Heval Salih Muslîm koça vê dinyayê dike
Min xebera koça dawî ya...
Di çarçoveya geşedanên li Rojhilat Navîn û Rojava de, di 18’ê Çileya 2026’an de me li Amedê civîna xwe ya Meclîsa Partiyê li dar xistin û di vê civînê de, li ser pêvajo û geşedanên siyasî yên dawî û xebatên partiya me de nirxandinên berfireh pêk anî, li ser plan û pêşniyaran niqaş kir.
Geşedanên ku li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Tirkiyê pêk tên, li dijberî Menîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de anî ziman, dimeşin. Hewldanên êrîşkan ên ku îradeya jiyana hevpar a gelan, aştî û demokrasiye hedef digrin, ji bo aştiya herêmê wek gefên mezin derdikevin pêş. Di 6’ê Çilê de li taxên Eşrefîye û Şêx Meqsûd ên Helebê, êrîşên dijmirovî yên ku li dijî gelê Kurd pêk hatin û bêdengiya navnetewî asta van gefan car din derxist holê. Hafizaya tarî ya ku ji Helebçê heya Enfalê, ji Şengalê heya Sûriyê rê li ber qetlîamên li dijî Kurd, Elewî û Durziyan vekir, îro car din li Rojava derdikeve holê.
Rojava, li ser esasên jiyana demokratîk, ekolojîk û paradîgmaya jina azad wek tecrubeyeke dîrokî ji bo jiyana hevpar û birûmet a gelan xwedî cihekî taybet e. Şoreşera jinê ya ku li vir pêk hat, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya jinên cîhanê û Rojhilata Navîn û ji bo gelan çavkaniya hêvî û baweriya herî mezin e. Ji ber vê yekê ku êrîşên li dijî Rojava bi pergaleke navnetewî dimeşe. Piştî lihevkirina li Parîsê bi êrîşên li Heleb, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê, hewl didin gelê Kurd bifetisînin, demografiya herêmê biguherînin, îradeya jiyana hevpar a gelan têk bibin.
Êrîşên ku gelê Kurd û bi taybet destkeftiyên jinan hedef digrin, ne ji rêzê û asayî ne. Ev êriş, li dijî paradîgmaya jina azad şerekî birdozî, polîtîk û leşkerî ye ku bi destê feraseta dewletê dimeşe. Hewl didin pergala Rojava ya ku bi pêşengtiya jinan hat afirandin bifetesînin. Li hember vê yeke, berxwedan tenê nayê wateya parastinê, di heman demê de têkoşîna parastina edalet, jiyana azad û wekhev e. Ji ber vê yekê, xwedîderketina şoreşera Rojava berpirsyariyeke dîrokî ya gelan e.
Li hembe israra aştî û çareseriya demokratîk a gelê Kurd, hêzên hehomonîk û emperyalist ji bo berjewendiyên xwe hewl didin gelên Sûriyê di siyaseta qeyran û şer de bihêlin. Pir aşkere derket holê ku; di bin navê Bihara Ereban de ya ku ji gelan re hat pêşkeşkirin ne azadî ye, hilweşandin, xwîn û hêsir in. Tundiya ku îro li Rojhilata Navîn her ku diçe zêde dibe, rê li ber rîskên 3’mîn Şerê Cîhanê vedike. Şer ne ji gelan re tenê ji berjewendiyên emperyalizmê re xizmetê dike.
Di vê rewşê de helwesta Tirkiyê jî bi tu awayî nayê qebûlkirişn. Di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de pişgtiriya êrîşan li ser Rojava, wek nakokiyên mezin di rojevê de cih digrin. Tirkiye bi vê helwesta xwe ve nakokiyan dijî. Divê Tirkiye demildest dev ji polîtîkayên şer berde, li hember îradeya Baku-Rohilatê Sûriyê rêz bigre. Heke ev rêzgirtin pêk neye, siyaseta ku dimeşe ne tenê Rojava wê bandorên neyînê li pêvajoya hevpar a gelên Tirkiyê bike û berdilên giran bide dayîn.
Di vê pêvajoya kaotîk a ku Rojhilata Navîn ji nû ve saz dike, perspektîfa azad, aştiyane û demokratîk a ku Birêz Ocalan pêşniyar dike, ji bo pêşeroja gelan, ji bo aştî û çareseriyeke mayînde rêya herî rast a çareseriyê ye. Divê astengiyên ku di navbera vê perspektîfê û civakê de tên girtin bên rakirin. Divê ji bo azadiya Birêz Ocalan mafê hêviyê bê naskirin. Ji bo çareseriya Pirgirêka Kurd û qeyranên piralî yên Rojhilata Navîn, azadiya Birêz Ocalan wê bibe gaveke dîrokî. Em car din radigihînin ku; em berxwedana jin, ciwan û tevî gelên Rojava wek berxwedana xwe dibînin û em ê di her şert û mercê de israra xwe ya vê têkoşînê bidomînin. Li dijî polîtîkayên şer, li dijî konsepta înkar û îmhayê, li dijî qetlîaman em ê jiyana hevpar, aştî û azadiyê biparêzin.
Agirê ku gelê Kurd li dijî înkar, îmha û feraseta paşvemayî pêxist, li Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman bawerî û biryardariyê geş dibe. Îradeya gelan a ku b isalen e hewl didin têk bibin, îro li Îranê dijî Rejîma Mola û faşîzmê wek raperîna gelan pêş dikeve. Pêla berxwedanê ya ku ji bajarên Kurdistanê destpêkir û pêl bi pêl geş dibe, li gel tevî êrîş û zextên giran bi dawî nabe û bandor li herêmê dike. Rejîma paşverû, li hember raperîna mafdar rûyê xwe yê herî tarî nîşan dide. Lê, polîtîkayên tundî, êrîş, qetlîam û gefan tu caran gav ji lêgerîna azadiyê paşve neda avêtin. Berovajî vê yekê, biryardariya berxwedanê her ku diçe mezintir bû. Dengê ku ji kolanên Rojhilatê Kurdistan bilind dibe, ne dengê teslimiyet û bêdengiyê ye. Dengê azadiyê ye.
Wekî li Rojava, li Rohilat jî pêşengên meşa azadiyê dîsa hêza jinan e. Jinên berxwedêr, çîrûska ku ji tîrêjê Jîna Emînî derket holê veguhestin petin agir û kirin sembola jiyana birûmet û parastina azadiyê. Pêtên vê berxwedanê ne wek hêrsekî, wek ronahiya îdiaya jiyan nû û azad îro hêz û bawerî dide. Berxwedana ku îro ji Rohilat bilind dibe, daxwaza azadiyê ya gelê Kurd û gelên Îranê ye.
Bi vê bîr û biryardariyê, em xwedî li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk derdikevin. Bi vê helwestê ve, bi daxwaza ‘’bila Mafê Hêviyê ya azadiya Birêz Ocalan bikeve meriyete’’ em bang li tevî gelên xwe dikin ku roja 25’ê Çilê li Qada Îstasyonê ya Amedê beşdarî mîtîngê bibin û têkoşînê mezintir bikin.
Partiya Herêmên Demokratîk