Daxuyaniya me ya di derbarê rojev û geşedanên dawî de.

Pêvajoyeke ku wê bandor li pêşeroja gelên Rojhilata Navîn û jinan bike tê jiyîn. Aştiya bi rûmet a ku bi salane gelê me bi hesreteke mezin li benda wê ye, êdî ne dûr ê me ye. Bi hêvî, bawerî û biryardariyeke mezin em ber bi avakirina civaka demokratîk dimeşin.

 

Pêşengê kevneşopiya têkoşîna me Rêberê gele kurd Birêz Ocalan, di vê pêvajoya qrîtîk de rêya çareseriyê pêşkeş dike. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de anî ziman, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevî gelên bindest, jin û baweriyên Rohilata Navîn re wek perspektîfeke radîkal rêyên çareseriyê nîşan dîne. Piştî vê bangê, biryara xwe fesîhkirinê û çek danînê ya ku PKK’ê di navbera  5-7’ê Gulanê de da, banga ku piştî tecrîda 26 salan Birêz Ocalan bi vîdeoyekî di 9’ê Tîrmehê de anî ziman û gava ku PKK’ê di 11’ê Tîrmehê de li Herêma Federe ya Kurdistanê bi îmhakirina çekên xwe avêt, nîşan didin ku Tevgera Azadiya Kurd têkoşîna xwe ya 52 salan derxistiye qonaxeke nû.

Yek ji taybetiyên herî mezin a vê pêvajoyê jî ew e ku; pêşengiya îmhakirina çekan ji aliyê jinan ve hat kirin. Ev yek nîşan dide ku, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li gel çekdarî, di warê civakî û bîrdoziyê de jî veguhertineke nû armanc dike. Pêşengtiya jinan jî nîşan dide ku paradîgmaya tevgera azadiya Kurd li ser azadî û nirxên civakî hatiye saz kirin. Ji ber vê yekê jî, pêşengên avakirina aştî û civaka demokratîk jin bi xwe ne! Tu hêz êdî nikarin vê rastiyê înkar bikin!

 

Wek Meclîsa Jinan a DBP’ê em di ferqa vê berpirsyartiya dîrokî de nîn. Ji ber sazkirin û civakbûyîna aştiyê û ji bo avakirina jiyana demokratîk em li her qadên jiyanê têkoşîna xwe mezin dikin.

Em li vir car din bi baldarî diyar dikin;

 

Heke desthilatdariya siyasî xwedî îdiaya sazkirina aştiyê be, divê dev ji polîtîkayên ku çareseriyê asteng dike û civakê dixapîne berde, divê îradeya gelan esas bigre. Aştî bi siyaseta înkar û zextan pêk nayê. Aştî, bi gavên demokratîk, bi gavên ku wekhevî û nirxên azadiyê esas digre, bi gavên zagonî mumkun e. Aştiya mayînde bi têkoşîn û îradeya gelan tê bidestxistin.

Ev heqîqet pir zelal e ku; ji bo aştî û civaka demokratîk bikeve meriyete divê azadiya Birêz Ocalan pêk bê. Nexşerêya çareseriyê ya Birêz Ocalan, encax bi dîyalog û muzakereyan wê encam bide.

 

Perspektîfa Birêz Ocalan a ku azadiya jinê, jiyanake demokratîk û sosyalist armanc dike, li hember qeyranên modernîteya kapîtalîst, bi paradîgmaya modernîteya demokratîk rêyên çasreseriyê pêşkeş dike. Pergala ku li Rojava bi pêşengiya jinan hat avakirin, pratîka vê paradîgmayayê ye. Şoreşa Rojava ya Jinê a ku em di 13 saliya wê de silav dikin, jiyana hevpar a gelan, wekhevî, azadî û jiyaneke demokratîk esas digre.

 

Lê, destkeftiyên jinan û gelên Rojhilata Navîn bi êrîşên berfireh re rû bi rû ne. Qetlîamên ku Îsraîlê Gazzeyê pêk anî, êrîşên çeteyên cîhadîst ên ku li Sûriyê li dijî gelên Elewî, Durzî û Êzîdî pêk tînin, encamên hewldanên serdestiya feraseta nijadperes û mezhebî ne. Di heman demê de bi êrîşên ku pêk tên, li dijî veguhertina civakî ya ku bi pêşengtiya jinan pêk tê, şer tê meşandin.

Rojhilata navîn, bi hezar salin ji bawerî, çand û zimanên gelan re wargehiyê dike. Ji Helebê heya Şengalê, ji Mêrdînê heya Beyrûdê gelên Kurd, Ereb, Sûryanî, Êzîdî, Ermenî û yên din bi aştiyene li vê erdnîgariyê bi hev re dijîn. Lê belê, feraseta netew-dewletî vê rastiyê wek gefekî dibîne û hewl dide di nevbera gelan de şeran bixe meriyete, gelan bi hev re bike dijmin. Li gel van hewldanên qirêj, divê neye jibîrkirin ku; hafizeya berxwedana gelan, ji dîroka êrîş û şeran kevintir û kûrtir e.

Gelê me yê hêja,

 

Îro li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet, nirxên çandî, civakî û ehlaqî yên civakê hedef tên girtin. Bi taybetî, li ser jin û zarokan bi rêyên wekî tacîz, destdirêjî, madeyên hişbêr û îstîsmarê êrîşeke mezin heye. Armanca van êrîşan jî dejenerekirina civakê. Pergala bêcezahiştinê ya darazê, polîtîkayên ku jin û zarokan hedef digrin hem destê kujer û bersûcan bi hêz dike û hem jî nîşan dide ku dewlet berpirsyariya xwe çawa bi cih naîne û berovajî dike. 

Qetilkirinên jinan ê ‘bi gûman’, binpêkirinên mafan ên ku di bin çavan de pêk tên, êrîşên polis û hêzên qaşo ewlehiyê yên dewletê, êrîşên ku li dijî ziman û muzîk û stranbêjin Kurdan pêk tên, yek bi yek mînakên polîtîkayên şerê taybet in. Di vî warî de bûyerên ku herî dawî li Şirnex û Colemêrgê pêk hatin nîşan didin ku şerê taybet çawa bi rêk û di meriyetê de ye û belav dibe.

Ji ber jin pêşengtiya aştiyê dikin bi taybet rastî êrîşan tên û dibin hedef. Lê, em ê her tim bi felsefeya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ parastina jiyana nû û îradeya gelê xwe biparêzin. Aştî, bi wekheviya gelan, bi naskirina ziman û baweriyên gelan, bi rizgariya jinan mumkun e!

 

 

Bi vê baweriyê, di civîn û hevdîtinên Banga Aşîtî û Civaka Demokratîk de jin li her deveran pêşengtiyê dikin û ji bo sazkirina aştiyê roleke dîrokî dilîzin. Bi heman biryardariyê, Kargehên me yên li ser Bîrdoziya Rizgariya Jinê ya kû bi şiara “Bi Jina Azad Re Ber Bi Civaka Demokratik” jî dan destpêkirin. Di çarçoveya xebatên kargehan de di serî de Kurdistan me heya niha ligelek navend û navçeyan bi sedan jinan re hevdîtin pêk anîn û rêxistinbûna xwe mezin kir. Ev hewldan û xebatên me wê bê navber bidomin.

Li hember polîtîkayên şerê taybet em parastina xwe ya cewherî bi hêz dikin. Em baş dizanin ku; parastina cewherî ya herî mezin xwerêxistinkirin e. Bi vê zanebûnê, em ê li her deveran bi jinan re têkoşîna xwe bidomînin, û xwe birêxistin bikin.

 

Parastina banga Aştî û Civaka Demokratîk wê wek peywireke dîrokî di rojeva me jinan de be. Bi têkoşîn, bi biryardarî û bi rêxistinkirineke mezin em ê xwedî li vê banga dîrokî derbikevin. Em ê bibin pêşengên aştiyê. Li her taxan, li her kolan û gundan em ê têkoşîna xwe mezin bikin, em ê bingeha aştiyê saz bikin. Bi feraseta jina azad, bi ked û îradeya hevpar a gelan em ê ji bo sazkirina lihevkirina civakî bi şev û roj bixebitin.

 

Lewre, em baş dizanin ku; çareserkirina pirsgirêka Kurd a demokratîk û aştiya mayînde ne tenê ji bo gelê Kurd, ji gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn mifteya pêşerojeke azad û demokratîk e.

Ji ber vê yekê, ji bo paradîgmaya Birêz Ocalan a azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk bikeve meriyete em ê wek berpirsyariyeke dîrokî tevbigerin.

Bi hêvî, bawerî û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ve em ê bi hev re aştiyê saz bikin û jiyana azad ava bikin!

 

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk

Çalakîyên Nêzîk