Di civîna Meclisa me ya ku 25’ê Cotmehê hat lidarxistin de li gorî pêşketinên dîrokî û rojane, avakirina neteweya demokratîk û têkiliya ferd-civaka azad bi awayekî berfireh hat nirxandin.
Em vê encamnameyê diyarîyê rêhevalên me yên jin ku di têkoşîna azadiya jinan û gelan de hatin qetilkirin; ji bo jinên ku li seranserê Kurdistanê li ber xwe didin; ji bo avakirina civakeke demokratîk dixebitin û ji Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re ku rêya me ronî kir, dikin. Îro, şerên parçekirinê û bloka leşkerî ji Yemenê heta Ukraynayê, ji Sûdanê heta Fîlîstînê, ji Kolombîya heta Amerîkayê, civakan bi kodên zayendperest, neteweperest û olî ji hev veqetand û mirovahî mehkûmî çerxa krîzê kir. Îro, modernîteya kapîtalîst rêya çareserkirina pirsgirêkên civakî digire û bi vî awayî di nav civakan de otorîterîzm û cudakarî pêk tîne. Ji ber vê yekê lêgerîna aştî, azadî û civaka demokratîk bûye hewcedariya herî girîng a gelan. Gavên gelê Kurd û gelên herêmê yên ku ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk hat avêtin, di vê pêvajoyê de ji bo hemû cîhanê bûye hêviyeke mezin. “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hat kirin, bi çalakiya PKK’ê ya ji bo şewitandina çekan û îro jî vekişîna PKK’ê ji bo Qadên Parastina Medyayê berdewam dike û bi vî awayî bingeha aştîya civakî û sîyaseta demokratîk xurt dike. Ev pêvajo, bi pêşengiya jinan û bi beşdariya gelan, deriyê jiyaneke nû vekir. Ev veguhertin ne tenê ji aliyê siyasî ve, di heman demê de ji bo ji nû ve avakirina civakîbûnê jî gelek watedar e. Ji ber vê sedemê jî, diyarkirina bingeh û nirxên ku neteweya demokratîk li ser bê avakirin, erkê sereke ye. Di vê çarçoveyê de, divê esasgirtina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ya li ser ferdê azad û komuna demokratîk, ji bo avakirina civaka demokratîk bi awayekî cidî were destnîşankirin. Di avakirina neteweya demokratîk de bingeha hebûna ferdên azad avakirina komunan in.
Li hemberî îzolasyona ku modernîteya kapîtalîst wek azadiya ferdî dihesibîne, modernîteya demokratîk li ser ferdê azad û rizgariya civakî hatiye avakirin. Di nirxandinên ku hatine kirin de bi xwe diyar dibe ku banga birêz Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo hemû gelan û ji bo pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê girîngiyeke dîrokî hildigire. Ev bang îfadeya îradeyeke xurt e ku rê li ber aştî, azadî û wekheviyê vedike. Weke Meclîsa Jinan a Partîya Herêmên Demokratîk, erka me ya sereke ew e ku em li gorî vê bangê gavên ku hatine avêtin veguherînin pêvajoyek domdar û destkeftiyên gelê xwe biparêzin. Divê aştî û avakirina civakeke demokratîk, ji bo me jinan bibe armanca civakî û di heman demê de ji bo me bibe şêwaza jiyanê. Nêrîna me ya hevpar ev e ku bi tenê bi vî awayî hebûna azad û wekhev, edalet û ewlehiya gelan bi hev re dikare were misoger kirin. Divê têkoşîna me ya jinan bibe hêza rêxistinkirin û pêşvebirina civaka demokratîk. Pêwîst e ku em ji kooperatîfan bigirin heta meclîsan, ji komunan bigirin heta hemû pêkhateyên civakî, pratîkên ku hewcedariyên bingehîn ên civakê bi cih bînin.
Rêya derbasbûna teoriyê ew e ku em xwe bispêrin bîr û tecrûbeya partiya xwe. Ked, hewldan û bawerî dê li ser vê rêyê gavên me temam bikin. Partiya me ji damezrandina xwe heta îro bi hemû îmkanên xwe meşiyaye, pişta xwe ji bilî ked û hêza gel û hêza xwe, ne daye kes. Mînaka herî berbiçav a vê yekê ew e ku, Birêz Abdullah Ocalan 26 sal in dilgirtî ye, dîsa jî di cihekî teng de ji bo hemû mirovahiyê, bi taybetî ji bo Kurdistanê re berhemên rewşenbirî û civakî dide. Xwerexnekirina me ya herî girîng ew e ku tevî derfetên me yên îro, xwesteka me ya ji bo hilberîn û pêşketinê zedê nîne û me hê jî jiyana azad a ku mafê gelê me ye, pêşkêşî gelê xwe nekiriye. Nasnameya jinê ya welatparêz a Kurd a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, bi felsefeyaya “Jin, Jiyan, Azadî” îlhama jin û gelên cîhanê ye. Lê tevî van hemû têkoşîn, bîra dîrokî û avakirina jinên xurt, dîsa jî li erdnigariya Kurdistanê, bi destê pergala serdestiya mêr tacîz, destavêtin û kuştinên li ser jinan kûrtir dibin. Tecrûbe nîşan dide ku dema tevgera jinên Kurd ên azad bi awayekî plankirî û bernamekirî derdikeve qadan, li hemberî hemû neyînîyan bi îradeyeke mezin radiweste. Serkeftina têkoşîna civakî ya bi pêşengiya jinan di dîrokê de gelek caran serketiye, hilketina jinan wê veguherîna zihniyeta serdest a mêr pêk bîne.
Di encamê de pêkanîna biryar û plansaziyên berê hat nirxandin; derket hole ku atolyeyên me yên Birdoziya Rizgariya Jinê her çend di asta ku tê xwestin de nebe jî, gihiştiye asteke girîng û ev pêvajo wê bi berxwedan, têkoşîn û muzakereyên bi rihê jinan, were tacîdarkirin. Li ser vê bingehê em careke din binê wê xêz dikin ku em ê bi awayekî herî xurt, bi hişmediya berpirsiyariyê xwe ya li hember Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û gelê xwe, bi vê pêvajoyê pêşwazî bikin û pêşengiya avakirina civakek demokratîk bikin.
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk




