Me bi hêza ku ji biryardariya berfirehkirina rêxistina xwe ya ku bi şîara “Em di bin pêşengiya vîna teorîk û pratîk de civakeke azad ava dikin” di navbera 14-15’ê Kanûnê de konferansa xwe li Amedê pêk anî.
Derbarê rewşa rêxistinî û xebatên DBP'ê yên akademiyê, xebatên perwerdeyê û xeta têkoşînê dibê çawa be, nîqaşên kûr hatin kirin. Di vê çarçoveyê de em konferansa xwe diyarî gel û berxwedêrên Rojava dikin, ku li dijî hemû blokên faşîst û barbar li ber xwe dan, ruhê perspektîfa neteweya demokratîk afirandin û bi xwe bûn şoreş.
Di pêvajoya dîrokî ya ku îro em tê de derbas dibin, em şahid in ku modernîteya kapîtalîst di şert û mercên qeyranên piralî de derbas dibe. Ev qeyran ji qeyranên navxweyî yên ku bi awayê xebata kapîtalîzmê ve girêdayî ne û bi qasî pêncî sal in xwe dubare dikin, rêyek cûda dişopîne.
Qeyranên navxweyî yên ku weke cureyekî nefesdayîna sîstemê jî tê fêmkirin, di aliyên aborî û siyasî de xwe nîşan didin. Lê belê ji ber ku sîstem xwe bi tevahî ji nû ve ava dike, stratejiya berhevkirina sermayê ya kapîtalîst dikare qeyranan veguherîne derfetan. Lê belê, di şert û mercên îroyîn de, vê sîstemê kapasîteya xwe ya ji nû ve ava kirinê winda kiriye. Zanista pozîtîvîst ku saziyên zihniyet û zanînê ava dike, bi pêkanînên totalîter-faşîst ên amûrên sazûmana siyasî (netew-dewlet), bi polîtîkaya aborî ya neo-lîberal ku xizaniyê globalîze dike, bi rizandina jiyana çandî û civakî, gihîştiye asta talankirina xwezayê û wêrankirina ekolojîk.
Bandora qeyranên ku em dijîn, li ser şerê sêyemîn yê cîhanê ya ku bi komplaya navnetewî dest pê kiriyê ber bi çav e. Mirov dikare vê rewşê hem encam hem jî sedema qeyrana hegemonyê ya global binirxîne. Di vê pêvajoyê de, desthilatdar civakê li ser stratejiyên siyasî yên populîst û bi rê ya bûyer û geşedanên rojane, manîpule dikin. Bi vê yekê hewl didin ku mûhalefata civakî li holê rakin.
Geşedanên rojane encax bi paşxaneya rast a îdeolojîk-siyasî û dîrokî werin xwendin û wekî îfadeya planên makro werin hesibandin, dikarin bibin xala destpêkirina muxalefetek civakî ya watedar. Ev yek dikare bibe bingehek ji bo vegotina helwestên dijber. Wekî din, ji neçarî wê kûrbûna qeyran û kaosan pêk were. Rêya derketina ji vê krîz û kaosê bi perspektîfa neteweya demokratîk û bi pêk hatina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêkan e. Ji bilî vê, hemû lêgerînên çareseriyê wê bê encam bin. Belavkirina perspektîfa Neteweya Demokratîk a Birêz Ocalan a li dijî ferzkirina netew-dewletê, ji bo çareseriya stratejiyên teng ên ji aliyê hêzên serdest ve hatine pêşxistin, girîng e. Encamên berhevkirî yên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku bi komployeke navneteweyî rê li ber hate vekirin, di encama geşedanên dawî yên li Sûriyeyê de ber bi qonaxeke cuda ve çû. Bi taybetî ji bo dewletên herêmê yên wekî Tirkiye û Îranê dersên ku divê werin derxist rû da. Rewşa heyî ji bo dîtina çarenûsa nêzîkatiyên netewe-dewletparêz ên statukoparêz daneyên girîng dide.
Em dikarin bibêjin ku îro di rewşa kaotîk a li Rojhilata Navîn de sê pêşniyarên çareseriyê yên ji bo avakirina neteweyê di nava têkoşînê de ne. Çareseriya neteweya demokratîk a li ser esasê jiyana wekhev û azad a gelan, çareseriya netewe-dewleta yek perest a dewletên statukoparêz û nêzîkatiya hevseng û pragmatîst a hêzên global di navbera çareseriya neteweya demokratîk û çareseriya netewe-dewletparêz de ye. Em dikarin bêjin ku têkoşîna her sê hêzan ku di nava têkilî û nakokiyan de ye, di mînaka Bakurê Sûriyê û Rojava de cih girtiye. Helwestên netewe-dewlet ên wek Tirkiye û Îranê; Li hemberî pêşniyarên xweseriya gel ên li ser bingeha feraseta neteweya demokratîk ferzkirina feraseta netewe-dewletê ye. Di van aliyan de pêşketinên li Sûriyê weke kurtejiyana tevahiya herêmê tê xwendin.
-Konferansa me careke din destnîşan kir ku divê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Dewlet û hikumeta ku di tecrîdê de israr dike, polîtîkaya şer û pevçûnê didomîne, polîtîkayên dubendiyê û dijminatiya gelan dike parçeyek ji jiyana me ya rojane ye. Hikûmet bi israra vê helwesta xwe xitimandina pirsgirêka Kurd didomîne. Hat destnîşankirin ku ji bo avakirina aştiya civakî divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk were.
-Di encama nîqaşên li ser pirsgirêka statûya Kurdan a di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de, li dijî polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê pêwîstiya birêxistinbûnê hate destnîşankirin. Hat destnîşankirin ku avakirina komara demokratîk û avakirina neteweya demokratîk ancax bi pêk hatina aştiya civakî pêkan e.
-Dema em li geşedanên li Rojhilata Navîn dinêrin dînamîka sereke ya xeta berxwedanê Kurd in, lewma parastina destkeftiyên Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê dijîn, bi hişmendiya demokratîk û tifaqê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê hate destnîşankirin ku divê xebatên ji bo pêşxistina yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd tê meşandin xurtir bibin û li ser esasê herî berfireh xebatên tifaqê bên meşandin.
-Di çarçoveya seferberiya rêxistinî de hat destnîşankirin ku divê xebatên perwerdeyê bi awayekî sîstematîk, bê navber û berfireh pêş bikevin.
-Yek ji polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku li ser gelê Kurd pêk tê, qirkirina ziman û çandê ye. Hat destnîşankirin ku divê zext û astengiyên li ser zimanê kurdî bi dawî bibin û bikaranîna wê di qada giştî de bi awayekî berfireh û bi awayekî qanûnî bê parastin.
-Hedefa sereke ya şerê ku encama zîhniyeta serdest a mêr e û navenda wê Kurdistan e, bê şik jin, ciwan û destkeftiyên jinan bû. Di vê çarçoveyê de êrîşên şerê taybet ên bi taybetî li ser ciwanan destpêkiriye, bi armanca qirkirina jinê û îmhakirina ekolojîk, hilweşandina civaka exlaqî û polîtîk pêk tê. Hat destnîşankirin ku di serdema nû de jî divê em xebatên xwe yên avakirina civakeke bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya ku polîtîkayên şerê taybet pûç bike, bidomînin.
-Hat destnîşankirin ku binpêkirinên mafan ên li hemû zindanan û pêkanînên keyfî yên li dijî girtiyên nexweş wê bên şopandin û têkoşîna mafdar a girtiyên berxwedêr ên li hemû zindanan wê bê mezinkirin.
-Di konferansa me de xebatên rêxistinî bi giştî hatin nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de li hin navendan konferans, komxebat, panel û civînên gel wê bên lidarxistin û hat destnîşankirin ku divê bi seferberiya rêxistinî bi awayeke ber fireh xwe bigihînin beşên herî berfireh ên civakî.
Di encama konferansa me de;
Di Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd de Temînkirina Statuya Kurdan,
Pêşxistina siyaseta Yekîtiya Netewî û Tifaqa Gelê Kurd,
Perwerdeya di bin banê DBP'ê de pêk tê divê bi awayekî sîstematîk, bênavber û berfireh dewam bike.
Berdewamiya têkoşîna li dijî Qirkirina Çandî,
Pêkhatina Avakirina Aştiya Civakî bi Parastina Azadiyê ya Li Dijî Tecrîdê,
Berdewamkirina têkoşîna li dijî Qirkirina Ekolîk û Talankirina Xwezayê,
Biryar hat dayin ku xebatên hişmendiya li dijî êrîşên şerê taybet berdewam bikin û ji bo civak bi hişmendiya xwe, xwe birêxistin bike û bi têkbirina hemû konseptên êrîşên şerê taybet bibe îrade, wê xebat berdewam bikin.
Partiya Herêmên Demokratîk