Bayindir: Di merhaleya 2yemîn de divê êdî qanûnên azadiyê bên derxistin
Hevserokê me yê Giştî Keskîn Bayindir di der barê pêvajoya Aştî û Civakî de...
Partiya HAK-PAR’ê bi êrîşa ku li dijî banga Birêz Ocalan a ku ji 12’mîn Kongreya PKK’ê re şand, pêk anî wek amûreke propagandaya qirêj hewldan û israrên xwe yên ku zirar dide têkoşîna azadiya gelê Kurd didomîne.
Bi vê sekna xwe ve jî car din li aliyê şaş ê dîrokê cih digre. Baş tê xuyakirin ku bi vê helwesta xwe ji teori û heqîqeta dîrokî ya Birêz Ocalan sud negirtine û qapasîteya wan jî nîne ku vê banga dîrokî fêm bikin. Ev helwestên ji rêzê wekî gelek mînakên din, nîşan dide ku ji têkoşîna azadiya gelê Kurd a ku pêncî sal in dewam dike jî sûd negirtine.
Ev ferasta paşveşûyî, bi propagandayên xwe yên qirêj ên li ser Birêz Ocalan, bi êrîşên xwe yên nijadperestî ve ji ziman, helwest û feraseta siyasî ya netewperestan re xizmetê dike. Bi wan re heman ruhê parve dike. Xwediyên vê ferasete di pêvajoya têkoşîna 50 salan de hebûna xwe li ser dijberiya tevgera azadiyê saz kirine. Wek amûreke bi vê dijberiyê di her serdemê de hewl dane ku hebûna xwe bidomîne. Îro tevî dînamîkên li cîhanê û Rojhilata Navîn li rex Kuran cih digrin, newşerêya Birêz Ocalan bi kelecaneke mezin silav dikin. Lê, ev feraset bi zimanekî qaşo ‘’rexneyê’’ êrîşê li dijî vê nexşerê dike. Ev ziman ne zimanekî rexneyê ye. Ev ziman zimanê dijmintiyê ye.
Ev helwesta ku îradeya gelê dîrokî ya gelê Kurd tune hesab dike, ji siyaseta demokratîk dûr, wek dijminê nirxên gelê Kurd xwe dide der. Lê, ev hewldanên ku bi siyaseteke erzan dikberiya gelê Kurd û mîrateya têkoşînê dikin, hewldanên valane û wê encam nedin. Xeta vê ferasetê ya ku antidemokratik e û ji statukoyê re xizmetê dike, ji xeynî hedef girtina têkoşîna azadiya gelê Kurd, bi kêrî tu tiştan nayê. Helwesta vê hêza ku bi feraseta xwe ya qirêj gelê Kurd hedef digre, nîşan dide ku, nikarin polîtîka bikin. Bi vê helwesta naçarîyê ve nîşan didin ku siyaseta wan a qirêk çawa îflas kiriye.
Em baş dizanin ku ev xeta ku dijberî gel disekine, wekî duh wê îro jî tu caran ji aliyê Kurd ve bi êrînê neyê pêşwazîkirin û bersiv nebine. Di pêvajoya ku gelê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşe de, ev hêza ku xwe di bin navê partiyekî de pênase dike, bi awayekî zelal rûyê xwe yê qirêj nîşan daye. Em jî vê rastiyê car din ji raya giştî re parve dikin.
Partiya Herêmên Demokratîk