Îradeya çareseriyê ya Birêz Ocalan Komploya Navnetewî vala derxist!

Li ser Komploya Navnetewî ya ku li dijî Birêz Abdullah Ocalan pêk hat, 26 sal derbas bûn. Ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di şexsê Birêz Ocalan ve tevî nirxên hiqûqî û mafên mirovan tên binpêkirin. Di bin siya vê rastiyê de bandorên komployê îro jî bi her awayî dewam dikin. 
 
Feraseta ku şer û qeyranan ji gelan re rewa dibîne, 26 sal beriya niha di şexsê Birêz Ocalan de hewl da têkoşîna demokrasi, azadî û wekheviya gelan tasfîye bike. Modernîteya Kapîtalîst a ku komplo xist meriyetê, li aliyekê 3’mîn Şerê Cîhanê derxist asteke nû, li aliyê din lêgerîna civaka demokratîk a ku ji Rojhilata Navîn re çareseriyê pêşkeş dike, hedef girt. 
 
Lê, hêzên komploger di her kêliyên vê pêvajoyê de tu caran biserneketin. Lewre, Birêz Ocalan ê ku ji bo pirsgirêka Kurd çareser bike li Rojhilata Navîn û Ewropa’yê ket nav lêgerînan, di bin tecrîda giran de jî hewldanên xwe yên çareseriyê domand û Girava Îmraliyê veguhest qada berxwedanê. Bi vê yekê ve Birêz Ocalan helwesteke dîrokî meşand. Ev helwest û biryardarî tevî armancên komploya navnetewî yek bi yek vala derxist. 
 
Îro di bingeha tevî qeyranên civakî û siyasî yên ku li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn tên jiyan de, pirsgirêka Kurd cih digre. Li hember vê rastiyê, wekî ku di Modela Rojava de jî derket holê, paradigma û fikren Birêz Ocalan ji qeyranan re dibe nexşerêya çareseriyê. Divê neye jibîrkirin ku, ferasetên siyasî yên ku vê rastiyê înkar dikin, tu caran nikarin hebûna xwe bidomînin. Birêz Ocalan, bi paradîgmaya xwe ya civaka demokratîk, jiyana ekolojîk û jina azad ve rêya avakirina jiyaneke azad nîşanê gelan da. Gelên Rojava yên ku guh dan Birêz Ocalan, bi berxwedana xwe ya bêhempa, feraseta Birêz Ocalan xistin meriyete û wek modela jiyana azad a gelan Şoreşa Jinê ya Rojava diyarî cîhanê kirin. Modela Rojava ya ku îro jîn dide çolistanan, li hember feraseta serdest a zilaman, bi pêşengiya jinan ji tevî têkoşînên cîhanê re dibê hêz û hêvî. Jinê ku ji Şoreşa Jinê ya Rojava hêz digrin, felsefeya ‘’Jin Jiyan Azadi’’ ji Rojhilat heya Hîndîstanê li tevahiya cîhanê xistin meriyete û xeta têkoşîna gerdûnî ava kirin. 
 
Birêz Ocalan wek îradeya çareseriyê, hewl dide pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike, Tirkiyê demokratîk bike, her wiha hewl dide ji gel, jin, nasname û baweriyan re jiyaneke wekhev û aştiyane ava bike. Ji ber vê yekê jî, hevdîtînên ku îro bi wî re pêk tên, li ser navê aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke mayînde gelek girîng in. Divê ev pêvajo bi gavên pratîk pêş bikeve.  
 
Divê neyê jibîrkirin ku; çareserî û aştiya ku Birêz Ocalan hewl dide bixe meriyetê, têkoşîna avakirina civak û Tirkiyeya demokratîk e. Ji ber vê yekê jî, ji bo avakirina bingeha muzekereya demokratîk, divê Birêz Ocalan ê ku ji bo tifaqa stratejik a Kurd û Tirkan û ya herêmî kedeke mezin dimeşîne, demildest azad bibe. 
 
Em car din dubare dikin; Birêz Ocalan bi nexşerê û îradeya xwe ya çareseriyê ve ji bo pêşerojeke azad û demokratîk firsendeke dîrokî ye. Xwedîderketina vê îradeyê jî berpirsyarî û peywireke dîrokî ye!
                                                                         Partiya Herêmên Demokratîk
 
Çalakîyên Nêzîk